Skip to content

Latest commit

 

History

History
222 lines (166 loc) · 23.4 KB

README.kr.md

File metadata and controls

222 lines (166 loc) · 23.4 KB

Open Source Love License: MIT Open Source Helpers

Read this in other languages.

Shqip Armenian Uzbek language Azərbaycan dili বাংলা Bulgarian Português (Brasil) Català 中文 (Simplified) Czech Deutsch Dansk العربية Dezéiriya Española Française Gaeilge Galego Ελληνικά ქართული Magyar Bahasa Indonesia עִברִית हिंदी/ગુજરાતી/मराठी/മലയാളം/ಕನ್ನಡ/తెలుగు/छत्तीसगढ़ी/বাংলা/தமிழ் தமிழ் فارسی پښتو Italiano 日本語 සිංහල Kiswahili (Kenya) 한국어 Lietuvių kalba Limba Română Limba Română မြန်မာ Македонски Español de México Bahasa Melayu / بهاس ملايو‎ / Malay Dutch Norsk नेपाली Wikang Filipino English (Pirate) اردو Polski Português (Portugal) Русский язык عربى Svenska Slovenčina Slovenščina ภาษาไทย Türkçe 中文(Traditional) Українська Tiếng Việt Swahili language Zulu (South Africa) Afrikaans (South Africa) Igbo (Nigeria) Yoruba (Nigeria) Hausa (Nigeria) Latvia Suomeksi Беларуская мова Српски Қазақша Bosanski Bosanski Hrvatski پښتو Somalia Ecuador Turkmen language Ewe (TOGO) አማርኛ Kurdî

Beşdariyên Yekem

Ev proje armanc dike ku rêya destpêkkeran ji bo beşdariya wan a yekem hêsan û rêber bike. Heke hûn li beşdariya xwe ya yekem digerin, van gavan bişopînin.

Heke hûn bi xeta fermanê ne rehet in, li vir perwerdeyên ku amûrên GUI bikar tînin hene.

vê depoyê fork bikin

Heke git li ser makîneya we tune, wê saz bikin.

Vê depoyê fork bikin

Vê depoyê bi tikandina bişkoka fork li jora vê rûpelê fork bikin. Ev ê kopiyeke vê depoyê di hesabê we de çêke.

Depoyê clone bikin

vê depoyê clone bikin

Niha depoya forkkirî li makîneya xwe clone bikin. Herin hesabê xwe yê GitHub, depoya forkkirî vekin, li ser bişkoka code bitikînin û paşê li ser îkona copy to clipboard bitikînin.

Termînalek vekin û ev fermana git bimeşînin:

git clone "url'a ku we naha kopî kir"

li cihê ku "url'a ku we naha kopî kir" (bêyî nîşanên jêgirtinê) url'a vê depoyê ye (forka we ya vê projeyê). Ji bo bidestxistina url'ê li gavên berê binêrin.

URL'ê kopî bikin

Bo nimûne:

git clone [email protected]:ev-hûn-in/first-contributions.git

li ku derê ev-hûn-in navê we yê bikarhêneriya GitHub e. Li vir hûn naveroka depoya first-contributions li ser GitHub'ê li kompûtera xwe kopî dikin.

Şaxekê çêbikin

Derbasi pelrêça depoyê li ser komputera xwe bibin (heke hûn ne li wir in):

cd first-contributions

Niha bi bikaranîna fermana git switch şaxekê çêbikin:

git switch -c navê-şaxa-we-ya-nû

Bo nimûne:

git switch -c add-alonzo-church

Guherandinên pêwist çêbikin û wan guherandinan commit bikin

Niha pelê Contributors.md di edîtorekî nivîsê de vekin, navê xwe lê zêde bikin. Wê li destpêk an dawiya pelê zêde nekin. Li cihekî navbera wan de deynin. Niha, pelê tomarbikin.

git status

Heke hûn herin pelrêça projeyê û fermana git status bimeşînin, hûn ê bibînin ku guherandin hene.

Van guhertinan li şaxa ku we nû çêkiriye bi bikaranîna fermana git add zêde bikin:

git add Contributors.md

Niha van guhertinan bi bikaranîna fermana git commit commit bikin:

git commit -m "Add navê-we to Contributors list"

navê-we bi navê xwe re biguherin.

Guhertinan bişînin GitHub

Guherandinên xwe bi fermana git push bişînin:

git push -u origin navê-şaxa-we

navê-şaxa-we bi navê şaxa ku we berê çêkiribû re biguherin.

Heke hûn di dema push kirinê de bi xeletiyekê re rû bi rû bimînin, li vir bitikînin:
  • Xeletiya Rastkirinê

    remote: Support for password authentication was removed on August 13, 2021. Please use a personal access token instead.
    remote: Please see https://github.blog/2020-12-15-token-authentication-requirements-for-git-operations/ for more information.
    fatal: Authentication failed for 'https://github.com//first-contributions.git/'
    Herin perwerdehiya GitHub li ser çêkirin û veavakirina mifteya SSH ji bo hesabê xwe.

Guherandinên xwe ji bo nirxandinê pêşkêş bikin

Heke hûn herin depoya xwe li ser GitHub, hûn ê bişkokek Compare & pull request bibînin. Li ser wê bişkokê bitikînin.

daxwaza kişandinê çêbikin

Niha daxwaza kişandinê pêşkêş bikin.

daxwaza kişandinê pêşkêş bikin

Di demek nêzîk de, ez ê hemû guherandinên we di şaxa sereke ya vê projeyê de tevlihev bikim. Dema ku guherandin hatin tevlihevkirin, hûn ê e-nameyek agahdariyê bistînin.

Ji vir ve ku derê?

Pîroz be! We çerxa fork -> clone -> edit -> pull request a standard ku hûn ê gelek caran wek beşdarvan pêrgî wê werin temam kir!

Beşdariya xwe pîroz bikin û bi hevalên xwe û şopînerên xwe re parve bikin bi çûyîna sepana webê.

Heke we hewceyî alîkariyê heye an jî pirsên we hene hûn dikarin beşdarî tîma me ya slack bibin. Beşdarî tîma slack bibin.

Niha em dest bi beşdariya we di projeyên din de bikin. Me lîsteyek ji projeyan bi mijarên hêsan amade kiriye ku hûn dikarin pê dest pê bikin. Lîsteya projeyan di sepana webê de kontrol bikin.

Perwerdeyên Ku Amûrên Din Bikar Tînin

GitHub Desktop Visual Studio 2017 GitKraken VS Code Sourcetree App IntelliJ IDEA
GitHub Desktop Visual Studio 2017 GitKraken Visual Studio Code Atlassian Sourcetree IntelliJ IDEA

This project is supported by:

|